21:27 27 Adar 2017
Zindî
    Civîna Rojnamevanî ya Donald Trump û Angela Merkel

    Di civîna hevpar de Trump spasî li Almanya û Merkelê kir

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1132

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina li Washingtonê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna hevpar de bal kişand ser pêwendiyên Almanya û Amerîkayê û got, ‘Welatên me di gelek xalan de xwedî nêrînên hevpar in. Lêgerîna ewlehiyê û aştî jî di nav de ye.'

    TRUMP SPASÎ LI ALMANAYÊ KIR

    Trump ku rexne li xercîneyên berevaniyê yên endamên NATOyê dikir, vê carê ji ber ku sozên xwe bi cî aniye spasî li Serokwezîra Almanyayê kir û herwiha ji bo piştgiriya misyonên li Afxanistan û Sûriyê jî spasî kir.

    ​Trump li ser îdiayên guhdarîkirinê ji aliyê Obama ve jî berê xwe da Merkelê û got, ‘Qet nebe muhtemele ku aliyekî me yê hevpar heye.'

    Herwiha destnegirtina Merkel û Trump bala rojnamevanan kişand û daxwaza wan a dema wênegirtinê destgiritinê digel kenîna Merkelê jî ji aliyê Trump ve bê bersiv ma.

    Bi heman mijarî:

    Laptopekî aydî Servîsa Nepen a Amerîkayê hat dizîn
    Portreya navdar a Mao Zedong derdikeve mezadê
    Mîtînga tirkên li Holandayê hat betalkirin
    Li Bexdayê di rojekê de 3 teqîn çêbûn
    ‘Rûsya dixwaze ji Meksîkayê zêdetirî rêjeya îxracatê goşt bistîne’
    Aktîvîsta LGBTÎ Kivilcim Arat hat desteserkirin
    Bi vekişandina rapora Îsraîlê re li NYyê îstîfa hat
    Etîketan:
    Amerîka, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de