19:24 22 Hezîran 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump ji bo Koreya Bakur: Ev çend sal in hûn bi me re 'dilîzin'

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1633

    Piştî ku Wezîrê Derve yê DYAyê Rex Tillerson ragihand ku "li dijî Koreya Bakur, hemû vebijark li ser maseyê be", Serokê DYAyê Donald Trump daxuyaniyek weşand û tê de wiha got, "Koreya Bakur gelekî xerab tevdigere. Ev çend sal in bi DYAyê re 'dilîzin'".

    Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê gazind ji Çînê jî kirin û wiha nivîsî: ""Koreya Bakur gelekî xerab tevdigere. Ev çend sal in bi DYAyê re 'dilîzin'. Çînê jî ji bo alîkariyê gelekî kêm tişt kirin".

    ​Tillerson di serdana xwe ya Koreya Başûrî de konferanseke rojnamevanî li dar xistibû û wiha gotibû, "Bila ez eşkere biaxivim. Siyaseta sebra stratejîk bi dawî bû. Em niha li ser hinek kirarên dîplomatîk, ewlekarî û aborî dixebitin. Hemû alternatîv li ser maseyê ne."

    TILLERSON DÊ BI ŞÎ RE BICIVE

    Ji aliyê din ve, Tillerson piştî Koreya Başûr dê bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng re bicive.

    DYA, Japonya û Koreya Başûr niha li nîvgirava Koreyê tetbîqata komkeştiyan a hevpar pêk tînin.

    Piştî ceribandina dawî ya moşekan a Koreya Bakur, Washingtonê pergala Parastinê ya THAADÊ li Koreya Başûr bi cih kir.

    Çîna ku teqez dike ku divê kêşeyên herêmê bi dîplomasiyê werin çareserkirin, li dijî bicihkirina THAADê ji aliyê DYAyê ve derdikeve û diyar dike ku "hevsengiya stratejîk a herêmî" xera dike."

    Bi heman mijarî:

    DYAyê dîmenên ceribandinên çekên nukleerî ji gel re vekir
    Îdiaya 'dîtina keştiyeke rûs a sîxur li DYAyê'
    Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
    Zaxarova: Bila DYAyê daxuyaniyekê ji bo belgeyên Qaseya Daîreya 7an de bide
    DYAyê piştrast kir ku hejmara leşkerên xwe li Sûriyeyê zêdetir kiriye
    Encamên serdana ENKSê bo DYAyê tên nîqaşkirin
    Etîketan:
    THAAD, Koreya Başûr, Koreya Bakur, Çîn, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de