08:54 25 Adar 2017
Zindî
    Donald Trump - Protesto

    Qedexeya Trump a vîzeyan li Chicagoyê hat protestokirin

    © AFP 2017/ Mark Ralston
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 731

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo 6 welatên ku piraniya wan misilman bû biryara qedexeya sînorkirina vîzeyê deranî bû. Li Chicagoyê qedexeya Trump a vîzeyan hat protestokirin.

    Xelkê bajarê Chicago yê Amerîkayê li dijî biryara Donald Trump a qedexeya sînorkirina vîzeyan derketin û ew protesto kirin. Biryara qedexeya nû ya Trump ji terefê du dozgerê federal ê eyaleta Hawaiiyê ve hatibû rawestandin.

    Çalakiya ku ji terefê grûba ‘Tevgera Ereb a Amerîka' ve hatibû organîzekirin li pêşberî Ajansa Pasaport a Chicagoyê pêk hat.

    Grûba 100 kesî ku piraniya wan ji terefê misilmanên amerîkî ve pêk hatibû bi dirûşmên ‘Ji Amerîkaya faşist re na', ‘Ji dîwar, fîşkirin û qedexebûnê re na' û ‘Ji bo herkesi demokrasî' meşiyan.

    Piştî axaftinê, çalakvanan sloxanên ‘Ji Amerîkaya nîjadperest û ji Trump re na', ‘Tirs jî û acizî tuneye', ‘Penaber bi xêr hatin' û ‘Edalet tunebe aştî jî tuneye' avêtin. Çalakvan piştî protestoyê bê bûyer belav bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Li Arjantînê bi 10 hezaran karker Serokê Dewletê protesto kirin
    Serokê Partiya Azadiyan a Hollandî Wilders dê Tirkiyê protesto bike
    Li Amerîkayê dîsa tûndiya polêsan û dîsa protesto
    Komek akademîsyen bi zimanên xwe yên dayikê jikarderxistinan protesto kirin
    Etîketan:
    Trump li Chicagoyê hat protestokirin, Serokê Amerîkayê, Donlad Trump, Chicago, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de