16:05 20 Îlon 2017
Zindî
    James Mattis û Muhammed Bin Selman

    Wezîrê Siûdî: Îran li herêmê piştgiriya grûbên radîkal dike

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1041

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis di hevdîtina hevkarê xwe yê Siûdî Muhammed Bin Selman de ragihand ku desthilatiya Erebîstana Siûdî aramî bire herêmê.

    Herwiha Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman berî hevdîtina bi hemkarê xwe yê amerîkî Jim Mattis re ragihand ku hedefa pêşî ya rêxistinên terorîst Erebîstana Siûdî ye.

    Mattis bi hemkarê xwe yê Siûdî Bin Salman re li Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagonê) hevdîtin pêk anî. Heyetên ku bi serokatiya wezîran civiyan nêzîkî du seetan dom kir û berî civînê daxuyaniyeke kurt hate dayîn.

    SUCDARKIRINA ÎRANÊ BI ‘TERORÊ'

    Muhammed Bin Salman di daxuyaniya xwe de ragihand ku Rojhilata Navîn bi talûkeyeke gelekî cidî re rû bi rû ye. Îran li herêmê piştgiriya grûbên radîkal û terorîst dike û helwesteke dijminane nîşan dide."

    Bin Salman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Cihê pêşî ku rêxistinên terorîst îdeolojiyên xwe belav bikin an jî bidin destpêkirin Erebîstana Siûdî, bajarê qedîm Mekke ye."

    Herwiha Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis jî ragihand ku Erebîstana Siûdî aramî biriye herêma Rojhilata Navîn.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: "Ez tevlî Trump nabim, tu pirsgirêka min bi çapameniyê re tuneye"
    Mattis: NATO ji bo Amerîkayê hêj jî prensîpa yekemîn e
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Mattis bi Stoltenberg re hevdîtin kir
    Konseya Jinan a Qraliyeta Siûdî, ji hêla 13 zilaman ve hat danasîn
    Komara Kirimê: Destpêkirina firînên yekser ên Siûdî wê abluqeya hewayî bişkîne"
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Jim Mattis, Muhammed Bin Selman, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de