14:16 22 Tebax 2017
Zindî
    Mark Toner

    Amerîka bangî Tirkiyeyê kir: Rêzê ji azadiyan re bigire

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7932

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîna xwe ya çapamenî de ragihand ku em bangî Tirkiyeyê dikin ku rêzê li darezaya adîlane, îfadeya azad û daraza serbixwe bigire.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîna çapamenî de bersiva nivîseke rojnameya Washîngton Postê ku li Tirkiyeyê maf û azadî tê binpêkirin û li dijî muxalifan guvaş hene bersivand û got: "Amerîka demeke dirêj e mijara azadiyên sereke hem di hevdîtinên xwe yên taybet û hem jî ji daxuyaniyên xwe yên raya giştî de tîne ziman û Tirkiye jî di nava vê de ye. Em bangî Tirkiyeyê dikin ku rêzê li îfadeya azad, ewlehiya darazandina adil, daraza serbixwe û mijarên azadî yên sereke bigire."

    Mark Toner di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em bangî Tirkiyeyê dikin ku rêzê li van bigire û ji sazkirina van bila teşwÎq bike. Wekî din baweriya me zêde bi îfadeya azad tê. Derkirina îfadeyê medya jî di nav de em piştgiriya hemû azadiyan dikin. Her çiqas axaftina azad mirov car caran aciz û rehetsiz bike jî ev ji bo xurtkirina demokrasiye baş e."

    Li gorî nûçeya DHAyê Toner di pirsekederbarê referandumê de got: "Min berê jî ev gotibû û dîsa bêjim. Divê gelê Tirkiyeyê niqaşa vê mijarê bike û herî dawî ew biryarê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Mark Toner: DAIŞ şeytan e, divê em wê têk bibin
    Dibe ku Amerîka ji bo operasyona Reqqayê 1000 leşkerên din bişîne Sûriyeyê
    Amerîka: Di operasyona Reqqayê de HSD heye, em rola Tirkiyeyê dinirxînin
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne
    Etîketan:
    AmerÎkayê bangî Tirkiyeyê kir, Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê, Mark Toner, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de