22:00 20 Tebax 2017
Zindî
    teqîna nukleer

    DYAyê dîmenên ceribandinên çekên nukleerî ji gel re vekir

    © Flickr/ International Campaign to Abolish Nuclear Weapons
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1212

    Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi sedan dîmenên ceribandinên çekên nukleerî yên sedeya 20an ji gelemperiyê re vekir ku her kes dikare wan dîmenan bibîne.

    Rêveberiya Washingtonê ji nêzî 10 hezar dîmenên ceribandinên çekên nukleerî, nepenîbûna li ser 750yên wan ên salên 1945 û 1962yan rakir û ew li ser YouTube belav kirin.

    Beşek ji dîmenan berî niha ji aliyê Laboratuara Lawrance Livermore a Netewî (LLNL) ve hatibûn weşandin ku xebatên berhevkirina dîmenan 5 sal in berdewam e û niha analîzkirina li ser dîmenan ji nû ve hatiye destpêkirin.

    Karbidestê LLNLê Gregg Spriggs da xuyakirin, fîlmên wan dîmenan rûbirûyî tunebûne mane û ew bi demê re pêşbaziyê dikin da ku wan dîmenan rizgar bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: "Komkujiya Helebce delîla herî mezin a zilma Partiya Beasê ye"
    Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê 30yê Adarê serdana Tirkiyê dike
    Ji bo cezayên dopîngê yên bo Rûsyayê ‘şibandina komkujiyê’
    NATOyê kuluba komediyê bi ‘Navgînbûna ragihandina Kremlînê’ sûcdar kir
    Sedî 78ê rûsan girêdana Kirimê bi Rûsyayê ve kêrhatî dibînin
    Etîketan:
    DYAyê dîmenên ceribandinên çekên nukleerî ji gel re vekir, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de