20:52 23 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Di pêşnûmaya Trump a budçeyê de, kî bêtir distîne û kî kêmtir?

    © AP Photo/ Martinez Monsivais
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 721

    Serokê DYAyê Donald Trump pêşnûmaya budçeya federal a sla 2018an pêşkêşî Kongreyê kir. Di pêşnûmayê de tê dîtin ku mezaxtinên ji bo ewlekariya navxweyî û ya parastinê gelekî zêde bûye lê butçeya Wezareta Karên Derve û Ajansa Parastina Jîngehê(EPA) kêm bûye.

    Trumpê ku giringî daye pîşesaziya parastinê hewl dide ku fînansmaniyê dabîn bike ji bo wî dîwarê dixwaze li ser sînorê Meksîkayê ava bike daku koçberên neqanûnî dersînor bike.

    PROJEYÊN HUNER-ÇAND Û CIVAKÎ WENDA DIKIN

    Li gorî pêşnûmaya Trumpî, EPA derbeya herî giran dixwe ku 31% ji para wê kêm dibe. Li gel vê, ji Alaskayê heya Apalaşê herî zêde para 19 saziyên serbixwe yên projeyên civakî ji bo komeleyên çandeyî yên herêmî yên girêdayî fnansmana federal kêm bû.

    Saziyên pir-neteweyî yên wek Bankaya Cîhanê jî tûşî kêmkirine bi qasî 650 milyon dolarî hatin.

    Kêmkirinên di budçeyê sala 2018an de
    © Foto: Twitter
    Kêmkirinên di budçeyê sala 2018an de

    "BUDÇEYA BALAFIR, NHB Û DÎWAR"

    Armanc ew e ku para parastinê ya ku 54 milyon dolar e, bê zêdekirin. Herwiha tê armanckirin ku dîwar li ser sînorê mkesîkayê bê avakirin û çavkaniyên madî bên dabînkirin daku navendên girtina koçberan zêde bikin.

    Di pêşnûmaya sala 2017an de, mezaxtinên teknolojiya leşkerî wek başafirên şerî yên F-35 û navgînên hewayî yên bêmirov (NHB) hatibû zêdekirin.

    "PIŞTGIRIYA ÎSRAÎLÊ"

    Ji aliyê din ve, pêşnûmaya budçeyê, pêşbîn dike ku 3.1 milyar dolar ji bo parastin û ewlekariya Îsraîlê bê dabînkirin.

    PÊŞNÛMAYA BUDÇEYÊ DÊ LI KONGREYÊ WERE NÎQAŞKIRIN

    Pêşnûmaya DYAyê Donald Trump ya dê di 1ê Cotmehê de têkeve meriyetê, dê xetên giştî yê mezaxtinên sala malî ya 2018an diyar bike. Tê payîn ku kongreya mezaxtinên federal di destê xwe de digire, di mehên b^ede pêşnûmayê nîqaş bike.

    Bi heman mijarî:

    Îdiaya 'dîtina keştiyeke rûs a sîxur li DYAyê'
    Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
    DYAyê sedema derxistina Iraqê ji lîsteya qedexeyê eşkere kir
    Rûsya: Em ê li ser pergala THADDê ya DYAyê bifikirin
    Parêzgarê Kerkûkê: Divê partiyên kurdan rasterast bi DYAyê re biaxivin
    'Zêdekirina budçeya parastinê ya DYAyê gefxwarina Rûsyayê ye'
    Etîketan:
    NHB, Donald Trump, Alaska, aLASKA, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de