01:57 27 Adar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Marylandê derbeyek li biryarnameya Trump xist

    © REUTERS/ Jim Bourg
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 411

    Piştî parêzgeha Hawaiiyê, parêzgeha Marylandê jî bi awayekî demkî biryarnameya nûkirî ya geştê û bicihkirina penaberan a Serokê DYAyê Donald Trump rawestand

    Parêzgeha Marylandê jî derbeyeke li biryarnameya Serokê DYAyê Donald Trump a nûkirî ya geştê û bicihkirina penaberan xist.

    Hinek beşên biryanameya ku nahêle heta 90 rojî welatiyên Îran, Sûriye, Somalî, Sûdan, Yemen û Lîbyayê derbasî DYAyê bibin û programa bicihkirina penaberan jî bo 4 mehan radiwestîne ji aliyê dadwerekî federal li Marylandê bi awayekî demkî hatin blokekirin.

    Hêjayî gotinê ye ku dadwerê bi navê Derrick Watson ê ku Serokê DYAyê yê berê Barack Obama ew tayîn kiribû, berî vê bûyerê bi çend saetan biryarnameya nûkirî bi awayekî demkî rawestand.

    Trump di mîtînga xwe ya Tennesseeyê de bertek dabû biryarê.

    Serokê DYAyê diyar kir ku dê dozê li biryarê vekin û eger pêwîst bibe, ew dê biçin Dadgeha Destûra Bingehîn jî û gotibû, biryara nû, formateke sivikkirî ya biryarnameya yekem e.

    Trump wiha gotibû, gelek kes wiha difkirin ku dadwerî bi awayekî nedîtî hedê xwe derbas dike. Serokê DYAyê gotibû ku metirsî eşkere ye û diyar e ku pêdivî bi biryarnameyê heye.

    Bi heman mijarî:

    Trump îsrar dike ku ‘Obama ew daye guhdarkirin'
    Serokê Amerîkayê Trump ji astengkirina qedexeya vîzeyê aciz e
    Trump destûra 'lêdana bê pesendkirin' da Pentagonê
    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin
    Îdîaya ku ‘Trump bi NHByan destûra êrişên hewayî da CIAyê'
    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq bû
    Trump li dijî penaberan qerarnameyek dî weşand
    Etîketan:
    Donald Trump, DYA, Lîbya, Yemen, Sûdan, Somalî, Sûriye, Naryland, Hawaii
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de