17:38 18 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya Rûsyayê ya bi navê  Viktor Leonov

    Îdiaya 'dîtina keştiyeke rûs a sîxur li DYAyê'

    © AP Photo/ Desmond Boylan
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 110

    Hat îdiakirin li nêzîkî beravên parêzgehê Georgiayê ya DYAyê keştiyeke sîsur a Rûsyayê hatiye dîtin.

    Fox Newsê îdia kir ku keştiya rûs a bi navê Viktor Leonov 37 kîlometreyan dûrî komkeştiya DYAyê ya li Kings Bayê ya parêzgeha Georgiayê hatiye dîtin.

    Hat ragihandin ku keştiya Viktor Leonov ya wek sîxur hat binavkirin, berî nêzîkî beravên DYAyê bibe, ji bo tijîkirina sotemeniyê li Kûbayê rawerstiyabû.

    TI BINPÊKIRIN NEHATIBÛ DÎTIN

    Cara pêşî di 14ê Sibatê de hatibû îdiakirin ku keştiya Viktor Leonovê di nav ava DYAyê de hatibû dîtin. Piştî wê, Wezareta Parastinê ya DYAyê daxuyaniyek derbarê mijarê de dabû û ragihandibû ku wan çûnûhatinên keştiya istixbaratê ya Rûsyaye şopandibûn û wan dîtiye ku keştî di nav ava navdewletî de bû û ti binpêkirin nekiriye.

    Serokê DYAyê Donald Trump ragihandibû ku tesbîtkirina keştiya Rûsyayê di nav ava DYAyê de, dê bandorê li bipêşxistina têkiliyan di navbera herdû dewletan de neke.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ê li ser pergala THADDê ya DYAyê bifikirin
    Rûsya û DYAyê biryara 'hevkariya nêzîk" li NYyê da
    Lavrov: Demokratan bo têkiliyên Rûsya û DYAyê sabote bikin ‘kelemên siyasî' danîn
    "Rûsya û DYAyê li Rojhilata Navîn heman tiştî dikin lê cudahî ew e, yek tenê serkeftî ye"
    Rûsya: Em hilbijartinên DYAyê dişopînin, lê mudaxale nakin
    Peskov: Diyaloga di navbera Rûsya û DYAyê de hemû astande hatiye sekinandin
    Lavrov: Rûsya di mijara Sûriyeyê de amadeyî ku hevkariya DYAyê bike
    Etîketan:
    Viktor Leonov, Donald Trump, Georgia, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de