12:41 25 Adar 2017
Zindî
    Kickstarter

    'Newala Silîkonê aciz e': 50 şirketên teknolojiyê dijî qedexeya vîzeyê serî li dadgehê da

    Kickstarter
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Piştî ku biryarnameya Serokê DYAyê Donald Trump cara duyem ji aliyê dadweriyê hat astengkirin, 50 şirketên teknolojiyê yên mezin jî bertek dan wê biryarnameyê.

    50 şirketên girgire yên teknolojiyê ku Shutterstock, Pinterest, Kickstarter, Square, Twilio û Lyft jî di nav wan de ne li Parêzgeha Hawaiiyê li dijî biryarnameya qedexeya vîzeyê serî li dadgehê da.

    Şirketên teknolojiya navdewletê yên wek Shutterstock, Pinterest, Kickstarter, Square, Twilio û Lyft di nav de, 50 şrketî li dijî biryarnameya qedexeya vîzeyê ya Parêzgeha Hawaiiyê serî li dadgehê da.

    Li gorî nûçeya CNNê, şirketên teknolojiyê di serîlêdana xwe de gotiye, "ev biryarnameya Trump a qedexeya geştê, ji ya berê ne cuda ye. Qedexe, wek ya berê dê ziyaneke wiha bide şirket û xebatkarên wê ku tamîrkirina wê ziyanê dê gelekî zehmet be.

    ​Meha borî, şirketên 97 şirketên teknolojiyê ku şirketên naskirî wek Apple, Airbnb, Facebook, Google, Intel, Netflix, Snap, Uber Technologies û Zynga di nav wan de bûn, serî lê dabû daku biryarnameya qedexeya vîzeyê rawestînin.

    Googleê di meha Rêbendanê de 40 milyon dolar bexişandibûn ji bo xebatkarên xwe yê ziyan ji ber qedexeyê gihiştibû wan. Airbnb ragihandibû ku kesên dê ji ber qedexeyê bêcih bimînin, dê cihê mayînê ji wan re dabîn bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amerîkayê Trump ji astengkirina qedexeya vîzeyê aciz e
    Qedexeya vîzeyê dîsa ji aliyê darazê ve hat astengkirin
    Serdozgerên 3 eyaletên Amerîkayê biryara ‘qedexeya vîzeyê' dibin dadgehê
    Dadgeha Amerîkayê 'Rawestandina qedexeya vîzeyê' erê kir
    DYA qedexeya vîzeyê ya li ser werzişvanê îranî rakir
    Wezîrê Amerîkî: Diviyabû me qedexeya vîzeyê taloq bikira
    Dadgeha Temyîzê ya DYA daxwaza Trump a ji bo qedexeya vîzeyê red kir
    Etîketan:
    Qedexeya Vizeyê, Donald Trump, Hawaii, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de