20:50 23 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump û Barak Obama

    Trump îsrar dike ku ‘Obama ew daye guhdarkirin'

    © AFP 2017/ Robyn BECK
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump îsrara xwe ya ku Barak Obama di dema hilbijartinê de ew daye guhdarkirin didomîne.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî bernameya 'Tucker Carlson Tonight' a kanala Fox Newsa amerîkî û îsrara xwe ya guhdarkirinê domand. Trump ragihand ku hetanî demeke nêzîk wê dêlîlên li ber destê xwe pêşkêşî Komîteya Îstîxbarat a Meclisa Nûneran bike.

    Donald Trump derbarê îdîaya ku di dema hilbijartinê de li Trump Towerê Obama ew daye guhdarkirinê îsrar kir û got: "Ez li pişta peyvên xwe me. Hetanî demeke nêzîk ez ê delîl û belgeyên ku di destê min de hene pêşkêşî Komîteya Îstîxbarat a Meclisa Nûneran bikim."

    Trump di berdewamiya axsaftina xwe de got: "Di nava guhdarkirinê de gelek tişt hene. Hetanî du hefteyên pêşiya me derbarê vê mijarê de wê gelek tiştên eceb têkevin rojevê. Ez bawerim delîl û belgeyên ku ez pêşkêşî komîteyê bikim wê kelecanekê di raya giştî de çêbike."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amerîkayê Trump ji astengkirina qedexeya vîzeyê aciz e
    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Trump destûra 'lêdana bê pesendkirin' da Pentagonê
    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin
    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Etîketan:
    Komîteya Îstîxbarat a Meclisa Nûneran, Serokê Amerîkayê, Barak Obama, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de