21:19 28 Gulan 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Serokê Amerîkayê Trump ji astengkirina qedexeya vîzeyê aciz e

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Berî ku qedexeya vîzeyê tekeve meriyetê bi seetan Dozgerê Herêma Hawaiiyê Derrick K. Watson qedexeya vîzeyê li seranserê welat asteng kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî vê sepanê aciziya xwe nîşan da.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Nashville yê eyaleta Tennesseeyê bi dildarên xwe di mitîngê de hat cem hev û derbarê astengkirina qedexeya vîzeyê de nêrînên xwe der kirin. Trump di axaftina xwe de got: "Darezayê bi vê biryarê sînorê xwe derbas kir. Em ê mijarê bibin Dadgeha Bilind a Amerîkayê."

    Trump di berdewamiya axaftina xwe de got: "Vê biryarê em xemgîn kirin û agahiyeke ne baş bû. Em ê bi ser kevin û ewlehiya welatê xwe bigirin. Talûke vekirî û qanûn jî eşkere ye. Pewistiya bi biryara serokatiyê jî di holê de ye."

    Dozgerê Herêma Hawaiiyê Derrick K. Watson, biryara ku qedexeya vîze ya nû ku Serokê Amerîkayê îmze kiribû betal kir. Li gorî parêzerên eyaleta Hawaiiyê ev biryarnameya ku Trump îmze kiriye madeyê yekemîn ê Destûra Bingehîn a Amerîkayê ihlal û istihdama însanên bikêr asteng û bandoreke neyînî li bazara turîzmê dike."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Trump destûra 'lêdana bê pesendkirin' da Pentagonê
    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin
    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Dozgerê Herêma Hawaiiyê, Derrick K. Watson, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de