14:37 22 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê Fermandariya Hêzên Hevpeymana Navdewletî John Dorrian

    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket

    © Foto: Twitter
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7543

    Berdevkê koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike Mîralay John Dorrian ragihand ku leşkerên rûsî û amerîkî ku operasyonên ji hev cuda pêk tînin û li dûrahiyekê ne ku ji leşkerên amerîkî dikarin bi çavan leşkerên rûsî bibînin.

    Dorrian civîna çapameniyê li dar xist û li ser pirsa gelo bi çevan leşkerên amerîkî û rûsî çiqase de got: "Erê hev du dibînin. Berdevkê Wezareta Parantin a Amerîkayê Pentegon Jeff Davis roja duşemê destnîşan kiribû ku yekîneyên rûsî û amerîkî nêzîkên hev in.

    AMERÎKA DI 6Ê ADARÊ DE EŞKERE KIRIBÛ KU LI MINBICÊ LEŞKER BICIH KIRINE

    Pentegonê Wezareta Parastinê di 6ê Adarê de daxuyandibû kul i Minbic û derdora wê leşkerên amerîkî hatine bicinkirin. Jeff Davis eşkere kiribû ku ji bilî DAIŞê êrişên aliyên din asteng bikin, leşkeran li Minbicê bicih kirine.

    AMERÎKA 200 LEŞKERÊN DIN ŞANDIBÛ MINBICÊ

    Du roj berê rayedarek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk e (HSD) Amerîka 200 leşkerên din bi wesayîtên zirxî re şandine Minbicê.

    Bi heman mijarî:

    Li Minbicê Rêveberiya Xweser hat ragihandin
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê
    Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
    Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî Minbicê kirin
    “Êrîşa li ser Minbicê tê wateya êrîşa li ser Sûriyeyê”
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Şervanên me tankeke Artêşa Tirkiyeyê ruxand
    Etîketan:
    nêzîk, dûrahî, çev, leşker, John Dorrian
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de