03:03 19 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump destûra 'lêdana bê pesendkirin' da Pentagonê

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 1330

    Serokê DYAyê Donald Trump daxwaza Pentagonê ya zêdekirina karbidestiyên xwe yê lêdana li welatên wek Yemenê pesend kir.

    Wezareta Parastinê ya DYAyê(Pentagon) ji Serokê DYAyê Donald Trump xwestibû ku karbidestiyên wê li welatên wek Yemenê zêde bike bi awayekî ku pêdivî nemîne destûrê ji serok bistîne daku êrîşan pêk bîne. Trump ew daxwaza Pentagonê pejirand.

    Rayedarê Pentagonê bi CNNê re axivî û diyar kir ku Qesra Spî nîqaş dike li welatên wek Lîbya û Somaliyê jî heman tiştan bike.

    Ev karbidestiya Trump daye artêşê dê 'bandoreke stratejîk'  pêk bîne ku azadiya artêşê di operasyonan de dê zêde bike, sê parêzgehên Yemenê wek 'qadên şerê çalak' dinase û rêbaza xwestina pesendkirina serokî ji bo pêkanîna sergirtinên komandoyan û firandina NHByan ya li deverên şerên konvansiyonel ên wek Yemenê ku ji dema Obamayî de mabû sist dike.

    ​Herwiha rayedarê Pentagonê diyar kir ku li Yemenê di du hefteyan de nêzîkî 40 êrîşên hewayî pêk anîne ku ew jî wek nîşanekê ye ji karbidestiyên nû re.

    Hatibû îdîakirin ku Birêveberiya Trump rêbaza pêkanîna êrîşan bi NHByan jî guhertiye. Rojnameya Wall Street Journalê îdia kiribû ku karbidestiya bombekirinê ya di dema Obama de di destê artêşê tenê de bû, êdî ketiye destê CIA û teşkîlatên istixbaratê û cara yekem meha borî li Sûriyeyê hatibûn bikaranîn ku di encamê de serokê El Qaîdeyê Misirî li Sûriyeyê hatibû kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Agahiyên bacê yên Trump hatin deşîfrekirin
    Wezîrê Parastin ê Siûdî li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinek pêk anî
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Hevdîtina Trump û Merkel ji ber firtoneya berfê taloq bû
    Balyozê tirk ê li Moskowê: Em hûrgiliyên plana Trump ya herêma ewle ya li Sûriyeyê nizanin
    Serokê Çekyayê: "Ez amade me pêşniyara hevdîtinê li Pûtîn û Trump bikim"
    Schwarzenegger: Trump dil ketiye min
    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya DYAyê, PEN, Donald Trump, Somalî, Sûriye, Lîbya, DYA, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de